’îlme mîllet

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  596 Dîtin
’îlme mîllet na’îlî cah û şikoh û şan eka
dayeyî pakî weten, piř neş’e û xendan eka
wasîtey ’îlme beşer emřoke manendî tyûr
wa beser ewcî semawe seyr eka û teyran eka
wasîtey ’îlme ke emřo herwekû masî, beşer
keşfî qe’rî bîkiranî, beḧrî bê payan eka
wasîtey ’îlme ke «qulumb» nawî daym zînduwe
wasîtey ’îlme ke «wasqo» keşfî hîndistan eka
wasîtey ’îlme ke «pênciwênîKes»û «zehawîKes»û «mewlewîKes»
nawî pak û ’alîyan îḧyay kurdistan eka
«îtilb al’ilim wilu balsînErebî»e fermûdey řesûł
em ḧedîse bo ’îlim, terẍîbî îns û can eka