ême keşşafey kurdîn

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  464 Dîtin
ême keşşafey kurdîn hemû
xadîmî milk û wetenîn řû beřû
bo hemû cem’îyetî zanistî kurd
ḧazrî cehdîn be dił û dest û bird
çunke medarî şerefî mîlletin
xadîmî ’îlim û edebî ummetin
řoḧî weten muftexîre û şadman
řû beřûy em xizmete û em hewłetan
mîlletî kurd piř be sema û zemîn
dem be gułî zerdexene û pêkenîn
qîmetî em xizmete, teqdîr eka
sefḧeyî te’rîx eme teswîr eka