le xewma
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
12 Xulek
1079 Dîtin
îmşew le wextî nîweşewa ser leser serîn
etlamewe be kirdeweyî řojgarewe
řoyîm legeł berîdî xeyała ḧezîn ḧezîn
kewtime xeyałî kirdeweyî nalebarewe
herde û çya û kosp û kun û qujbinî cîhan
sûřamewe be dewrî hemûya bebê wiçan
geyme kenarî cogele awêkî saf û řûn
berdêkî textî gewreyî lê danrabû cwan
çûm řakşam lewê be umêdî ḧesanewe
kewtime xeyałî perit û peşêwî zemanewe
gwêm lê bû çon yekê ke bedem zamî sextewe
etlêtewe, enałê be’azarî xestewe
dem piř şikatî kirdeweyî çerxî nalebar
dił piř le xwênî dax û xemî zorî řojgar
nałey ḧezînî karî ekirde dił û ciger
wek nûkî tîrî derd û beła tîj û karîger
çî bê xudaye nałeyî kam aferîde bê
hawarî sextî kam cigerêkî burîde bê?
herçende çûme pêşewe hîçim nedî beçaw
dengêke dête gwêm wekû şitêkî pet pisaw
çon řa’ekat û herçî ełê bê şi’ûrîye
lût heł ekat û meylî le çołîy û le dûrîye
zor wird ebûmewe, keçî her nem edî beřû
hawar û nałekey le kuřuzey beşer eçû
řûm kirde ’astî dengî bebê řeng û bê nîşan
çîm zanî bo newazşî hêname ser zuban
pêm wit egerçî dîmenî to nadyare lêm
merdî xuda be, nawwinîşanit bifermû pêm
zor arezû ekem, ke bizanim le ḧałî to
em cêye çon buwe be hewarge û meḧałî to
to kêyt û çî ezanî le esrarî ka’înat
řengê ke xoy nebînrê, ebê dengî çon bigat
hate wełam û dengî henisk û henasekey
dyar bû piře le cewr û cefa deng û basekey
fermûy ke min yekêkî nebînraw be çawî tom
beynêke min peroşî demî daxrawî tom
wa dyare ḧez le bîstinî feryadî min ekey
bem hoyewe eger nebê, çon yadî min ekey
gwê řagrî eger le neway karesatî min
sersam ebî le bîstinî hewł û xebatî min
pêş em deme minîş wekû êwe berew hîwa
efřîm be bał ke zû bigeme cah û kîbrya
emma fiřînî min le cîhana beřastî
bo ew merame bû bigeme ewcî aştî
hewłim eda ke berz bimewe nek be bendegî
azad û diłnya nebî, bê nirxe zîndegî
pał kewtibûm le cêgema ẍemzede û ḧezîn
sersamî kirdewey çepî çepgerdî sufle bîn
bîrim ekirdewe ke bemlyoneha beşer
boçî bibête milkeçî pyawêkî bê huner?
bo xêr û bêrî em wetene, bem wiłateda
dabeş nebê û şe’b bikewête řufahewe?
çak û xirapî em wetene pake tuxuda
besrabê bo be xwahşî ’ebdul’îlahewe?
îş nadrê be şîrketê yaxud muqawîlê
«ḧîsey esed» beşî neřeşêrî tya nebê
hîç me’melê nîye le ’îraqa beřastî
îşî beřêweçê, ke beşî ew lewa nebê
teyyare her beřêweye bîbate ewrûpaCih
ya bêtewe le gerduşî şaranî emrîkaCih
teyyare bo syaḧetî dûr û sefahete
seyyare bo geřanî şewanî dena’ete
bo çawî ’alemê be tem û tane kwêr buwe?
nabînê zułmî zor û fesadî le ḧed beder
bo gwêy şe’b becarê kip û keře le ’astî zor?
nabîsê şînî daykî xefetbarî quř beser
lawanewey ḧezînî lebo mergî řołekey
bo řołe xêr û xoşî nedîwe kułołekey?
bo em çeke kewa bedesî ceyşewe hemûy
gałukî şwane? ya superî hêrşî ’edû?
şwanin emane yaxo benaw tîpî efserin?
řanin emane ya hemû serbaz û ’eskerin?
boçî ’edû le «nûrî se’îdKes» û le komełî
zyatir guman eken ke bibê lem cîhaneda?!
baweř ekey ke xwênimj û bê bak û abřûy
wek ew bibê le řûy zemîn û zemaneda?
herwa lebîrme be «selaḧ salimî» ke wit
îsra’îlêkî tir heye lay ême «kurdekan»
êran û turk û ême ebê yek girîn be ḧîlf
hewłêkî wa bideyn ke nemênê şî’aryan
êran û turk û ême wek yek bemanewe
gîrode bûyn eger nekirê zû ’îlacyan
xwênawî kurdekanî ḧełał kird beturkekan
ew turkey xwênî kurdî şîmalî hemû řijan
em ḧîlfeyan beẍeyrî eme, hîçî tir nebû
biřwane maddekanî em ke baş bot eka ’eyan
hîç kes belamewe nebû ẍeyrî xeyałekem
xom û xeyałî kwêrewerî jîne tałekem
min wam ezanî her ke zuban gîrulał eken
nemzanî derkî řazî derûn û xeyał eken
etlamewe be êşewe bo xom be pałewe
gîngiłem eda be wêney mar bem xeyałewe
dyare yekê ke baweř û bîrî emane bê
casûs ebê ledûy şew û řojî lela nebê
dîm komełê le şurte, ’îbaret le sî nefer
dewryan weha tenîwe, ke mêşê neka guzer
bê giftugo bebê ewe min tê bigem çîye
lêw hełbiřim biłêm le mina hîç xeta nîye
gîram û dest û pêm le kelepçe û kemend dira
hênamyane meḧkemey, bo ḧakmî ceza
hawêştimyane naw qefesî îtîhamewe
westanmyan be milkeçî û îḧtîramewe
pêwist nebû begirtinî ewraqî îdî’am
wergirtinî îfade û tewcîhî îtîham
îzbarekem hemû peře şansî diřawme
ewraqî îtîhamekeşim xom û nawwime
şahîd lemin tełeb nekira bo dîfa’î nefis
zanîm îşekem xetere, ḧukim eda beḧepis
ew şahîdey eyanewê mewcûde lay ewan
pêwist nîye be hatin û zebtî îfadeyan
şahîd nemanî şe’şe’eyî diłfirîbme
sewdayî şa’îrane, eday ẍerîbme
şahd zewalî debdebeyî paye małme
şahîd le des zemane, peşêwî xeyałme
şahîd nîye şitêkî le min dîbê ger bibê
nûkî qełem, be berdî ḧewadîs şikawme
em wezi’ û ḧałe, şurte betawanî dabnê
lazim nîye behatnî kes şayetî bida
bełgeş lemane zyatir û çatir ebê çi bê
řaportî şurte kafîye bo meḧkemey ceza
ḧukmim dira, le jûrî ḧepsixane tûnd kiram
ḧukmêkî wa giran lebenî ademî xiram
jûrêkî teng û tîre û tarîk û nalebar
tarîktire le nîweşewî gyařeşî behar
jûrêke swaẍ beboyeyî qetranî řeş kiraw
kûn biř kiraw û bê kûn û bê pencere û hetaw
ferqî nebû belamewe, řojî legeł şewda
îlla bekatî hatnî bêdarî û xewa
wek nan û aw, ’ezab û şikenceş «’ilî aldiwamErebî»
dûcar be řoj û carê hebû şew be întîzam
wîstim ke îstinafî bikem ḧukmekem, bełam
bîrim ke kirdewe xetere, pûçe îdî’am
çunkî lepêş qezîyey minda ’edaletîş
ḧukmêkî wa dirabû, ke nawî le řûy zemîn
bikujêtewe wicûdî nebînrê bezeřebîn
nawî nemênê dujmine bo zułim û xwênmijîn
biřyar dira le xakî ’îraq derbeder kirê
bibrête çoł û hołê, lewê desbeser kirê
ew ḧeq periste derbedere, ew ’edalete
ḧukmî be cebrî, êste le xarîc îqamete
şahîdî zûr kirawe be me’mûrî sicnî ew
werdyanekanî zorî dize, cerdeye be şew
kote lepê, kelebçe le dest, mat û quř beser
tê hełdiraw û bê deretan, ḧepis û şar beder
wîcdan û řastîş bedłî daẍdarewe
zû derpeřîn û kewtine wadî fîrarewe
zanîm ke îş wehaye bebê bołe, bê xute
teslîmî destî derd û beła bûm bebê wite
bê îstînaf û nardinî de’wake bo temîz
kêşam ’ezabî leş besza yek beyek beřîz
ta hat eçû benaxî zemîna tefekurat
ta hat eçû beçałî nemana texeywilat
’eqiłim xerîke mahîyetî xoy nîhan eka
ḧîsim xerîke, řû le nişêwî neman eka
bem ḧałewe le keşmekeşa mamewe besał
ta ma legeł henasekema nûzeye beḧał
emzanî tîrî tîjî nizay wek minî kułoł
eyda le naweřastî hedef zû begurc û goł
řûm kirde asman bedłêkî ḧezînewe
pařamewe be’êşî diłî piř birînewe
dił piř le xwên û nałe leser dem, zebûn û zar
lalamewe le baregehî berzî kirdigar
pařamewe witim: bese ey xalqî beşer
îtir bese jyanî weha piř le derdî ser
paş em du’aye, kewtime ḧałatî îḧtîzar
řoḧim fiřî geyşte fezay aferîdekar
nawim kujayewe le cîhanî dena’eta
řoḧêkî sabtim, le fezay bê nîhayeta
dûrim le şořş û şeřî dunyay piř beşer
bê dexil û bê ’elaqe, legeł xakî piř le şeř
řoḧêkim êste xawenî ḧîs û tefekurat
dyare şi’ûrme buwete hoy muxatebat
řoḧêkî sabtim, le fezayekî bê kenar
hoşyar û hoşmend û bebê leyl û bê nehar
bêdengîye şî’arî hemû řoḧî baş’ûr
lem karesatî kewne, le nêzîk bê ya le dûr
em nałeyî ḧezîne, ke êsta egate to
daxî cîhane wa minî hênaye giftugo
lem kewneda yekê nîye bo nîştîmanî xoy
řastêkî bê diro bê legeł hawzubanî xoy
ḧîrsêkî menfe’et le cîhana ke carîye
bo dařzînî cîsmî beşer derdî karîye
lêdan û hetkî ’erz û şeref, kuştin û biřîn
padaşê danrawe, beterfî’ û aferîn
zîřey jinanî sik piřî pê kote, lêdraw
wextî felaqe naw diłî berdî ekird be’aw
erkan û karbedestî ḧikûmet, hemû çeten
meşẍulî girtinî kelepûrî wiłateken
zahîr wezîre, řêgre emma le jêrewe
hawbeş legeł diz û çete, hawřê legeł qetar
her hewł eda řesîdî ḧîsabî le mesrefa
ewel piley ke zû bigeyenê be sed hezar
emca leber ewey yekê dem nekatewe
esrarî em mu’amereye, deng nedatewe
qanûn dirust kira, ke şyû’î le ’alema
nawîşî nabê, têpeřê beser dema
ensarî aştî ewî daway selam eka
kuştin ḧełał û zîndegî bo xoy ḧeram eka
şurte biłê şyû’îye, kuştin cezayetî
ya ḧepsîye hetaweku řojî nîhayetî
lem zułim û zor û cewre, ewî dem bikatewe
agir enê bexermenî pûşî ḧeyatewe
way bo ewane derkî şitî nalebar eken
ya ḧez le aştî û le řufahî hejar eken
ya ḧepse pê kotedraw û zebûn û zar
ya nefîye bo wiłatê ke dûr bin le xwêndewar
zana û xerîcî camî’e, dił let let û ḧezîn
zoryan bedaxewe, le ḧepsixaneda řizîn
xo basî ḧîlfî negbetî beẍda bika yekê
pişkoyî sûrî agire eynête ser zuban
her desbecê kirawe be ensarî aştî
ḧukmî dirawe, cade emałê be pêy petî
way bo ewey muxalîfî em îtîḧadeye
ya dujminî îdarey ew bednîhadeye
taku şehade berz bê be tîne şikencekey
derhatne le bin, hemû nînokî pencekey
exraye kîsî řemil û giloryan ekirdewe
řojî de car, ehatewe hoş û emirdewe
bem karesate her diłî xawêne pîs ebê
her newşkofeyî gułî amale sîs ebê
me’mûrî gewre, îşî beşew her sefahete
řojîş xerîkî xwardinewey xwênawî mîllete
mesrûr ebê bekuştinî cînsî benî beşer
bo xoy menafî’î bibê, ba bo cîhan zerer
małî hetîw û bêwejin û bêkes û hejar
herwek gezo ḧełałe, le lay pyawî zordar
xwênî bira řijandinî sehle le lay bira
bew şerte tya bibê beşî baxeł be’aşkira
mêzer beser, wezîfeyî başî diraye des
casûsî pyawî gewre bê, dexlî nebê le kes
çunkê nîye biłê ke le îşî ewan eçê
bo we’iz û bo mubarekî, bo dîwexan eçê
çon lay diřindekanî kejukêwî řûy cîhan
kuştinî ze’îf ḧełałe, beqanûnî kêwîyan
lay komełî ḧikûmete xwênxiwarekey ’îraq
xwên řiştin û mijînî, ḧełałe be îtîfaq
to bîgre le şêx û le aẍa, le cwan û pîr
sofî û mela le medrese, feřřaş heta wezîr
îşyan becarê kirdeweyî nalebarîye
hawřê bixate çałewe, lay bextyarîye
lafawî xwên û agire, berbote ser zemîn
nakujêtewe meger bexudawendî ’alemîn
mumkîn nîye ke bêtewe ser řê beşer meger
serlenwê dařjêtewe binçîneyî beşer
***
bem tirsewe ke wextê xeber bûmewe le xew
nizîk bû řoj bibêtewe, zorî nemabû şew
çawim giłofit û kewtime bîr û xeyałewe
herçîm ke dîbû hatewe bîrim be pałewe
řwanîm ke asman berî wa řûn ebêtewe
řengî řeşî, ledamenî gerdûn eçêtewe
řûm kirde baregahî xudawendî «zu alcilalErebî»
pařamewe witim: bese ey zatî layezal
mirdîn hemû le jûrî ḧepsixaneda řizîn
bo em fesad û zułme, heta key nîye zewal
***
dîsan le ẍeybewe yekê lêm hate zuban
fermûy ewî ke dît lexewa, řaste bê guman
çunkî xewêkî xêre le bo xakî nîştîman
tefsîrî em xewet, emeye bot ekem beyan
şew çend dirêj bê, axrî her řoj ebêtewe
kase ke piř bê zor, eleqê û qiłp ebêtewe
qewlî xudaye: «în mi’ al’isir yisraErebî»
dway zułim û zor û zeḧmete, řeḧmet eda xuda
hêşta xewt edî, xewekey to ke hate dî
gwê bigre top ke cergî řeḧabî çilon diřî