bo mêjû

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 4 Xulek  770 Dîtin
«karesatî karbedestan ke beser suleymanya hatuwe û nardinî «’umer ’elîKes» û řaspardinî bo ew mu’amelaney ke betaybetî eykird û le jêr perdey ’edaleta dunyay řûtanewe» şêx nûrî şêx sałḧ
kiłołî cêgaye bigrê
mêrûley bał egrê, efřê
şêrî ebê be mam řêwî
tûle eweřê be xêwî
pesmaye berz ekatewe
dwênêy xoy bîr ebatewe
firomayey boş û betał
taze pyakewtûy kirçukał
ekewête bîr û xeyał
çon bigate ewcî kemał
serî bird û serî hêna
destûrêkî bo xoy dana
em destûre bigrête ber
egate qonaẍî zefer
lem wiłate le xoy zyatir
gelê heye lew zanatir
becêge û naw, be darayî
be xwêndewarî û azayî
gelê heye xwêndewartir
zor heye berz û zanatir
lew gewretir behezaran
heye le nawçey kurdistan
kewabû gewre û xwêndewar
le ladêda ya lenaw şar
zana û gewrey herçî tyabê
beg bê, şêx bê, ya aẍabê
waçake řegyan derhênîn
naw û nawbangyan bişkênîn
towî emanem ke biřî
ewsa awatim dête dî
***
cwan boy çuwe, heta nawdar
nawyan bimênê leser zar
ew bem awate qet naga
bem desełate qet naga
le şetrenca, heta pyade
ebê be swar «şa» mat nabê
heta zuwe xoy amade
bika zor çak muheya bê
pêwîste karê binwênê
pîlanî wa damezrênê
serî serdar, binewênê
nawyan lenawa nemênê
nawdar eger hemû nemrê
xoy çon cêgay ewan egrê
xoy enasê ke bê heste
firumaye û newî û peste
bem coreye be’asanî
bibête şay suleymanî
***
pîlan bem řenge řêkxira
«distur al’imilErebî» damezra
ke xwêndewar û nawdaran
nîştimanperwer û lawan
herkesê xoy be pyaw zanî
bo nemanî, bo fewtanî
hewł bida, ta etwanî
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira
hendê bikirên tîre baran
hendê bixrêne naw zîndan
be lêdan û be têhełdan
be nînokî des derkêşan
hêndey berden, bîgirnewe
nawî xoy lebîr bernewe
eme şêxe, ya melaye
eme bege, ya aẍaye
gwê medere, nawwinîşan
bîdene ber şeq û lêdan
bo peng biroyan bitaşin
xoyan be xoyan binasin
***
ewî pyaw bêt û nasraw bê
ewî xawen nan û aw bê
her yek becorê behane
byanxene, bendîxane
zebir û zengî xot binwêne
lêde, bigre, bixinkêne
teř û wişk, bisûtêne
sistî le îşa menwêne
ewî nawdar û beřêze
dayan paçe, meparêze
bem řenge çawyan eşkênîn
ewsa řîşeyan derdênîn
bo damezranî em aşe
bo dananî em berdaşe
bo hařînî em baraşe
ḧeqit ewê, yekê başe
ke namûsî la belaşe
diřinde bê, wekû waşe
***
geřa dunya sûřayewe
kûn û qujbin xûlayewe
bo em kare nahemware
«’umer ’elîKes» dozrayewe
hîçî begewre xo daner
ewî nûsîbûye defter
daye destî «’umer ’elî»
pêy wit biřo layus’elî
biřo bo ser suleymanî
emeş piřojey nîhanî
***
dujminî gewrey nîştiman
«’umer ’elî» wa nard boman
xoy dujminî kurdewarî
dujminêkî şîrexwarî
ebê eme bo ew hel bê
nexwazeła layus’el bê
seyrken ała çon heł’eka
do û doşaw çon têkeł eka
wextê geyye suleymanî
suleymanî ney’ezanî
betaybetî ke nêrrawe
zor îşî pê sipêrrawe
hat û leber derkî sera
nexşî terazûy lê kêşa
«an ali’dil esas almilkErebî»
be xetêkî cwan lêy nûsra
ye’nî hemû kesê lelay
wekû yek exrête naw tay
tay terazuweke sernaka
le kêşana mû dernaka
îtir nema, zordarî û şeq
ḧeq edrête, des xawen ḧeq
sindûq bo şikat danra
benaw şara î’lan kira
ewî zorî lê kirawe
benaḧeq małî xurawe
hîç newestê û dawa bika
zor zû beḧeqî xoy ega
bem kile cwan çawî řiştîn
bem piştêne, piştî bestîn
way nîşan da, îş bê ẍeş ka
be terazû cwan ḧeq beş ka
keçî nirxî, ḧeq giran bû
naḧeqî êcgar herzan bû
zor zû fêr bû le ḧîlekey
des binête ser mîlekey
dest û terazût xwatewe
xwa zû bo xoy bitbatewe