karwanî jyan

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 5 Xulek  683 Dîtin
berew şarî jyan, şwên karwanî xełqî dê kewtim
ke řê kewtim, milî řêm girt û azane beřê kewtim
berim deştê bû, ta çaw biř eka deryaçeyî qûm bû
ke pêm lê dabnaye, da’eçû qaçim heta ejnom
hemû dananî hengawê, se’atî pê exayandim
le to waye le řoyîndam, bełam bistê le řê nařom
çi řêgaye, nebû şwên pêy şitê, şwênî kewm bo xom
ne asarê, ne şwên pêye ebînim min leser řêma
ne dengî zengî karwanê ehat bîdat belay gwêma
be hîç pêye leser em řêye, nexşî pê nenûsrabû
hemû xakî becarê her qûm û limêkî bê awe
ne xişpey mar û mêrûle, ne wirşey bałî bałdarê
ne gîzey mêş û mêşûle, ne gyandarê, ne řêbwarê
cirîwey çolekeş naye le hîç laye, meger baye
ke car care ehat eyda le pûşî wişk û diřk û dał
le cêgey xoy ecûłan, eyxizande naw nedîwî û çał
legeł em êş û azare, legeł em derd û zûxawe
ewende xom kuta bo pêşewe takû le pê kewtim
bełam her bew umêdey zû bigem bew menziłî jîne
ke em karwane boy kewtote řê îmřo sibeynê zû
bebê tînî milî řêm girt û destim daye řoyştin
hemû gyanim becarê kewte ser aw û ’ereq řiştin
pel û pom lê biřa, hêzim nema, twêxî berî pêm çû
heta lem deşte çoł û hoł û bê awe, necatim bû
temaşam kird le dûr tarmayî şînayîye dyare
witim em cêye hîç mumkîn nîye şwênêkî awdare
biřom çake leser em awe mandiwêtî leşim derkem
le paşa řû keme şarî jyan û çareyî serkem
geyştime pêşewew pêm naye naw ew sewzî û awe
tumez beḧrêkî bê payanî quř, gomêkî zelkawe
ke pêm dana heta ejnom belîtew naw quřawa çû
ke wîstim pêm derênim, taku piştênem benaxa çû
serim hêna û serim bird, lem quře řizgarî min nabê
îradey xwa wehaye, řojî jînim lêre awabê
temaşam kird ewa şwanê legeł řanê berew řûm hat
diłim xoş bû, witim xuda nardî, bo lam řaberî awat
heta tyama bû ho... hom kird û bangim kirde mamey şwan
siłemîwe û temaşay dewrî xoy kird, wale û ḧeyran
le piř hestî bedeng û şwênekem kird û bedî kirdim
begurcî geyîye lam û paş selam, mandû nebî kirdim
witî to şareza nît, boye wa kewtûyte em nawe
eme řêga nîye, deryayekî lîtaw û zelkawe
ewî kewtote em şwêne, becarê waqî wiřmawe
ewî kewtote naw em beḧre bê payane xinkawe
henam bo bird, witim ey pîrî xawen çake to bîrê
le eḧwałî minî bê çare ke, dermanê, tedbîrê
desim bigrew le řêy xwada derim bêne ewa emirim
witî: başe, bweste ta berayî řanekem egirim
berayî řanekey girt û weku pyaw, hatewe bo lam
behenke henk û řakirdin. begurcî kewtewe firyam
geyşte lamewe, piştênekey hełdaye berdestim
lepşitî xom girêm da û qaymim kird û zerîf bestim
tekanî daye xoy, piştênekey tûnd girt û řaykêşam
teqellayekî zorî da legełma ta derî hênam
supasim kird û ew řoyî, minîş paş ew leser xom çûm
ke şeng û natewan çawim ke lêknawe, tumez nûstûm
ke çawim hełbiřî řwanîm giznigî xorî piřşingidar
lenûrî xoy ewa eynête ser şax û çya efser
sibeynê zû le řû çon perçemî xoy la’eda diłdar
leřûy gerdûn desî xorîş xerîke laberê şewgar
temaşam kird le ufqî em byabane, temê dyare
ke řwanîm tem nîye, şax û nizare, baẍ û gułzare
bebê hêzî milî řêm girt û dawênim belada kird
berew řûy ew nizare, pê û pilim hêzêkî peyda kird
geyştime damenî ew şaxe berz û cwane têfkirîm
leser ew lûtke berz û cwane, amancî hîwa dyare
gułistanêke kanî û awekanî, çeşmeyî kewser
heta çaw biř eka her lalezare, her çemenzare
witim: em cêgeye bem xoşî û diłgirîye yaran
ebê ew şare bê wa dwênê boy kewtote řê karwan
bełê bê şik, eme ew şwêneye karwanekey bo hat
eme ew şareye nawî nirawe, şarekey awat
be umêdî ewey řojê bigem bew jîne bê janey
bebê ajawe hendê geywete eywan û kaşaney
desim daye berew jûrî çya ta naweřastî çûm
negeyme serçya hêzim nema, îtir lepê kewtim
sefer bo şarî jîn gerçî ẍem û derde benaçarî
hemû kes boy eçê, emma, yekê eygatê bê azar
yekê wek sêberî xoy waye her eřwat û naygatê
heta ew řoje şûme, day ehêłne gořî tîre û tar