hełkenin xizmîne bom qebrê

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  1195 Dîtin
hełkenin xizmîne bom qebrê le dûrî şarewe
bimxene nawî bekołê zeḧmet û zînharewe
xoşe tarîkî qebir, bo řaḧetî qelbî zebûn
namewê řûnakî dinya, min bedem azarewe
des lemil berdêkî elḧed kem lelay min çatre
lew desî piř zêře bînême desî eẍyarewe
min le daykî xakim û her baweşî ew cêgeme
xoşe laylayey bebê dengî, be îstîẍfarewe
řê kewê bot jînî dinya xoşe bê zûxawî dił
naxurê hengiwînî şîrîn qet be zehrî marewe
xoşe mirdin ba nebînim îşî lar û nalebar
barî xom qurse, nenałênim bedes serbarewe