hemware ẍerîbî kuçeyî şarê bî

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  611 Dîtin
hemware ẍerîbî kuçeyî şarê bî
matem zede, zuxawî ciger xwarê bî
şew ta be seḧer, be derdewe nałet bê
çatir leweye ke yarî eẍyarê bî
***
birsî û řeş û řût, be ’aczî û ẍemgînî
řabwêrî bebê newayî û bê tînî
lew deşte leber hetawî sûr, guł çînî
me’qûltire, nek řûy řeqîbê bînî
***
piştit le merareta, le jêr bara bê
řoḧit le řezaleta, le azara bê
cêy nûstin û řaḧetit lenaw nara bê
nek padşehît, le giftî eẍyara bê
***
aware û zar û derbeder, řîswa bî
bo qetreye aw, le tînuwa xinkawî
bo luqmeye nanî co û do damawî
zor xoşe, nełên leber řeqîb hestawî
***
beřû pûş û pełaş û zî bimałî
be şew ta weqtî sibḧeynê binałî
binoşî dem bedem, zûxaw û tałî
newek bêgane bê û řûkeyte małî