giryey xusran

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  854 Dîtin
bigrî! ey şa’îrî natewan bigrî
mird le řoḧî mina hemû amal
«bîxudanh kifin biduş milalFarsî»
egeřê serserî perî xeyał
***
bigrî! ey řoḧî ẍemnîşan bigrî
ke bekullî nema le şî’rî mina
zeřřeye lefzî řêk û piř me’na
wekû efsurde agirî ser siřî
***
bigrî! ey çîhrey xezan bigrî
giryey dił bekuł bika heyecan
bitewê girye key be weqfî xezan
giryeyekî ẍerîb û bê saman
***
bigrî ey nałe û fuẍan bigrî
giryeyekî weha be coş û xiroş
ke nemênê ne’eqił û fehim û nehoş
xerqeyî matemî û nałe bedoş
***
bigrî! ey ebrî bê eman bigrî
toy çawanî min bikey temsîl
giryey çawî to ekem be delîl
wekû to xwênî dił ekem be sebîl
***
bigrî! ey şî’rî natewan bigrî
bigrî! ey řoḧî ẍemnîşan bigrî
bigrî! ey çîhrey xezan bigrî
bigrî! ey nałe û fuẍan bigrî
bigrî! ey ebrî bê eman bigrî