derdî diłî xom

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 2 Xulek  747 Dîtin
derdî diłî xom cumleyekî bênme teqrîr
ins û melek û cin û perî dênme giryan
bê şik muteḧeyr debê, dêwane le zincîr
sed ’aqił û hoşyar exeme kêw û byaban
***
lew řojewe hatûmete naw zumreyî însan
nemdîwe le des gerdişî em çerxe meseřřet
sewda zedey şîfte û bê ser û saman
wek lale leser peřey dił nuqteyî ḧesret
***
yek sanîye bê ẍusse nebû, barî diłî min
satê ẍemî xom, satê ẍemî gerdişî dinya
yařebî beçî awî dira, darî diłî min
wa keyle lebaleb le ẍema herwekû mîna
***
bê şubhe siruştî diłî min qetreyî xwêne
xwênî diłî ḧesret zedeyekî desî gerdûn
ahêkî sitemdîdeyî, mezłûmîy hewêne
wa maylî seḧraye bedaym wekû mecnûnKes
***
ey çerx, legeł nakes ebînim ke řefîqî
bo tîrî cefa, sed kest kirdote nîşane
bo be’zê sitemperwer û bo be’zê şefîqî
bibřêtewe, lem ’aleme bes bigre behane
***
beynêke bedes towe giriftarî ’ezabim
derd û ẍemit hênd zore diłim xwên etkênê
daym be giřî agirî to, sîne kebabim
çawim le ẍem û mîḧnetit, firmêsk eřjênê