ey felek

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  1049 Dîtin
ey felek dîsan le des to, şîn û waweyla ekem
jehrî qehrî to legeł derdî diłim, îfşa ekem
wexte yekcarî le des aşûbî fîtnet şeq berim
min qisey řast û řewan û xoş û bê perwa ekem
hênd xirapem dî le des ehlî zemane, ’aqîbet
lem wezîfey hatne dinyaye, îstî’fa ekem
nabeme ber destî her namerdê, ’erzî îḧtyac
min le dinya û le mafîhaşî, îstîẍna ekem
murẍî fehmî her kesê, nagate ’erşî fîkiretim
min be çerxî asmanî sifłe, îstîhza ekem
teb’î ’alî wa debê, seyrî be kołê feqrewe
gałte û suḧbet, be tac û textî şahnişa ekem
ew kese řû sûre «nûrîNasnava edebî», dûre lêy new’ê beşer
min lemewla řû le deştî weḧşetî seḧra ekem