ẍemî zemane

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  693 Dîtin
ẍemî zemane wekû perde, wa diłî poşîm
be ẍeyrî ẍusse û giryan û ẍem, nema xoşîm
le îbtîday minałîmewe, heta êsta
fîraqî zehrî zemane, qełem qełem noşîm
beserçû ’umirim, nef’im nedî le hoşyarî
leber meraqe, xerîkî ḧeyatî bêhoşîm
lemîş xirape nebê, çake tûşî nebû sî sał
wekû meř û biznî do, sefahet eydoşîm
temame êsteke, kuncî qena’etê bigirim
le şahîy serfî nezer bê, xerîkî derwêşîm
xeyałim êsteke, ser çawî mestî şoxêke
leber meraqî, bexwênî cigerme serxoşîm
le des zemane quřî kwê bikem beser xoma
be meqsedê negeyştim le herçî têkoşîm