wîjdan

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  1166 Dîtin
nîye nîşaneyî ḧîsê, ke pêy ełên wîcdan
weya şi’ûrê kewa nawî lê nirawe zemîr
lelay ewane ke napak û xa’înî wetenin
giř û tezûy bezeyî, nakewête ser leşyan
lelay emane cîhan dû şite bebê kem û zyad
yekêkî menfe’etî zatîye, bebê şer’îş
desî kewê zor diłnyaw şadane
betengewe nîye, hergîz le hêrşî tane
eme şitêke wicûdî zerurîye layan
ewî tirî şitêke le nezerda bê bûnyan
betengewe nîye berbête řûy zemîn
weya beşer hemû biřwa be haydirocîn
be îşî new’ê beşer şadman û mesrûrin
egerçî menfe’etî xoşî tya nebê yeqîn
xuda nekirde, menafi’ bibê «mi’az alilhErebî»
bełam ewende xuda řeḧmî kirduwe zor nîn
eger lemane kemê zyad bwaye miqdarî
demê bû řûy zemîn, hîç nemabû asarî