mûy sipî û piştî xemîdem witî besye giřugał

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  688 Dîtin
mûy sipî û piştî xemîdem witî besye giřugał
pîrim û êste hemû şew kiçî řez naxwazim
serberew xwareye řêm, bawî qulim zor xoşe
têpeřî, quwetî hengawî serew hewrazim
nîye kes barî nyazim bigrête ser şan
her meger yarî ecel bêt û bikêşê nazim
te’neyî bedxiwah û qisey pûçî em û ew bû kewa
kuncî bedbextî û matem, buwete demsazim
taney tênegeyştû cigerî wa let kirdim
xwên epałêwê le sed lawe diłey ẍemsazim
herçî kirdûme lemewber, demî nadanî bû
nadîmim řebbî leto lutif û kerem exwazim