amojgarî

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  919 Dîtin
gwê le nûrîNasnava edebî bigre cana, ba nebî tûşî zyan
î’tîmadit qet nebê, hergîz be ewza’î cîhan
takû to mawî le azarî em û ew dûr ebî
ger nekey to meylî azar û ’ezabî în û an
yarî kon herwek şeřabî kone, tabê çak ebê
qet nekey hergîz beyarî tazewe xot sergiran
suḧbet û meylî muḧîbanit eger la metłebe
têpeřîwî îmtîḧan, hergîz nekey to îmtîḧan
ew umêdet qet nebê řazî diłit şarawe bê
to ke xot faşî bikey, bo ’alemê řazî nîhan
lat muḧeqeq bê, becarê gûm ekey asarî xot
xot nekey ger to be xułqî çake lay komeł ’eyan
qet ẍemî em dehre nanîşête ser peřey diłit
gwê eger negrî le řêkî ya le nařêkî zeman
jînî başt bo peya bû ger leser řûyî zemîn
bałî meẍrûrî mecûłêne berew řûyî asman
dujminit ger dî ze’îf û natewan, mesrûr mebe
jînî dinya bo kesê namênê ta axir zeman
besîye «nûrîNasnava edebî» em qisanet wa ezanim axrî
wek çira bo sûtnî xot, giř exeyte ser ziban