nameyekî şî’rî le «şêx nûrî»ewe bo «zêwer»

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 2 Xulek  968 Dîtin
ey badî seba! peykî xeyałatî edîban
ey mîrweḧeyî fênkî zamî diłî sûtaw
ey badî xeraman
wextê ke edey şew le liq û popî dirextan
sed dengî ney û nałeyî ’ûdit befîda bê
ey mutrîbî nałan
ger to ne’ebûy, ey eserî qudretî lahût
çon pê’ekenî xunçe demî subḧî beharan?
ey neyzenî bustan
çon nałeyî meḧzûnî kewî medanî kêwan
te’sîrî ekirde cigerî let let û birjaw?
ey munsî murẍan
ey badî seba! heste meweste weku însan
řûye bikere meskenî caranî suleyman
medfûne le seywan
ew şare ke meşhûre be kaşaneyî baban
yenbû’î edeb, kanî guher, menbe’î ’îrfan
hem laneyî şêran
seyrê bike binwaře be şar û bekenara
dewrê bide nextê le demî subḧî behara
ey badî diłara
em nameye cwan bigre bedestêkî bilûrîn
řazawetewe, çunke bemîhir û meh û exter
’eynen wekû efser
bew şerte le teqdîmî ewa wasîte bê «jînřojnamey jîn»
bîxeyte serî şahî edeb, ḧezretî «zêwerKes»
ey badî peyember
zatêkî edîbe, be edeb biçuwe ḧizûrî
’erzî bike, çake be diłî êweye «nûrîNasnava edebî»
her mate le dûrî
’erzî bike, ey heykelî şî’ir û edebyat!
bê dengî bese gyane le utêlî «şerîfa»
ustadî edeb, şa’îrî piř fîkir û xeyałat
nabê bezeyît bê beẍerîbêkî ze’îfa
mezłûm û neḧîfa
axo eserê mawe le seyrangehî «yare»
çwarşemme eřazanewe, newreste nîhalan
wek tûlî nemaman
lagîre beseryanewe, wek řojî direxşan
gerdane le milda ebuwe mah û sitare
bem fesłî behare
çwarşemme ke dê, nałe eka dił le qefesda
wek murẍî sitemdîdeyî meḧbûs û mukeder
wek kotrî pabeste, le esnayî hewesda
mebhût û serasîme, mukeder le muqeder
bê tab le nefesda
daym diłekem êste lelay «qorîye şikaw»e
ew cêye ke meşhûre be mełbendî nîgaran
cêy suḧbet û seyran
çone eserî mawe? weya bote kelawe?
kîsrayî suleymanîye, asarî nemawe!
her bûmî lenawe!