’esker

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 2 Xulek  705 Dîtin
sef sef ke dên û tê’epeřn çist û bawîqar
mazî le sîdqî êwe, ebînim eka fîrar
subḧêkî pak û bê ẍeş ebînim wekû behar
musteqbelêkî bê leke, piř keyf û neş’edar
bê toz û bê ẍubar
ey qehremanî ’esakirî kurd, leşkirî wîqar
ey dafî’î weten, le mezellet, le înkisar
ey newřesîdey wetenî mat û ẍemgusar
ey mayey tereqî mîllet be îftîxar
ey kurdî namdar
êwe medarî ẍîretî maddîy mîlletin
êwe mudafî’î wetenî pak tînetin
ewladî pakî mîlletî kurdî be hîmetin
lay mîllet êwe, takû bifermûn be qîmetin
saḧêb ẍîretin
ey ’esker, ey minałî cigergoşey weten
êwe becan û dił ke ḧîmayey weten eken
êwen bedił ke serfî eken ẍîret û beden
êwe weten le zîllet û mîḧen necat eden
amade bo kefen
emřo zemanî se’îye, ’etalet biřayewe
serçawey umêdî weten wa jyayewe
ẍunçey emel, şikofey meqsed geşayewe
nûrî ḧikûmetî wetenî şewqî dayewe
derga kirayewe
’esrî tekamule, eme ’esrî uxuwete
’esrî ḧîmayey ḧeqî eqwam û mîllete
qewmê ke ḧîse ber nebê lem weqtî firsete
ew qewme cêy seḧayfî te’rîxî le’nete
meḧkûmî zîllete
ta ḧeşir ebê binałê lejêr barî zîlleta
barî giranî zeyqet û derdî esareta
’umrî serf bika le meraret, le mîḧneta
bê ḧeq ebê bijî le ḧeyatêkî weḧşeta
qehir û mezelleta
îtir werin ke bo weten, wetenî pak û mîhreban
des deyne destî yektirî yek dił, be yek ziban
êmeş bimanewê wekû xełqî ḧeqî jyan
em firsete ẍenîmete, neřwa le destiman
ta mawe řoḧ û gyan