be munasebetî tebdîlî nawî řojnamey «jyanewe» bo «jyan» teqdîme

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 2 Xulek  871 Dîtin
dewrî tecedudit wekû mahê le asman
hełhat û bû be dafî’î zułmet le îns û can
nûrit řijane meclîsî efkarî ’aqłan
bûyte jyanî duşminî bedxiwahî kurdekan
ey naşrî me’arîf û ey xesmî cahîlan
ey muḧterem jyan
ey newresîde, laleyî baẍî tefekurat
ey newdemîde, ẍunçey pejmirdey ḧeyat
ey ba’îsî tezahurî efkar û ḧisîyat
ey sefḧey weqay’î mezbutî ka’înat
ey xadîmî me’arîf û mecmû’î xatrat
ey řewneqî ḧeyat
nawit le pêşewe ke nirabû «jyanewe»
bo wesłî ẍunçeye bû le xar û xesa nîhan
êsta le sayey ’edil û heway zemanewe
her kwêre kanîyekî emel bû jyanewe
ẍunçey emel, şikofey meqsed geşanewe
ye’nî «jyanewe» ke emel bû, buwe jyan
jyanêkî cawîdan
emca le bo se’adetî em qewme firsete
ewel se’adetî ẍîrete, musteqbelêkî pak
řûnak û bê pełe wekû subḧêkî newbehar
her întîzarî ẍîretî efradî mîllete
hawar eka be ḧuznewe, ey qewmî namdar
îḧrazî me’rîfet bike, bo atîyekî çak
řûnak û xoş û pak
ew bare berde qurse, ensalî mazîye
cêy hêştuwe be zyadewe teḧmîlî êmeye
ba zyatrî nekeynewe bo neslî atîye
esbabî le’netî bed û techîlî êmeye
îḧrazî sed wedî’ey saḧêb semer bikeyn
tewdî’î betnî atî û ’erzî huner bikeyn
lewser ḧezer bikeyn