jyan

le ’erebîyewe
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  865 Dîtin
řabirdû řoyî û nageřêtewe
giryan û xefet nayhênêtewe
ew satet xoş ke, ke tyaya ejît
têkoşe ke cwan, biřazêtewe
metirse lewey wîstûte û nebuwe
ta ebed emel nakujêtewe
diłêkî le hîç netirsawit bê
le jyan tirsaw, naḧewêtewe