sitayşî berzince
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
1 Xulek
603 Dîtin
sałî 1939 ke mamosta zêwer mudîrî qutabxaney berzince buwe witûyetî.
pabendî benî kałe û piř sîrme kiłaşim
perwerdeyî çeng sûteke û sawer û maşim
min çîme le fasonî feřeng, çoẍeyî lîwî
ta şałî merez yane xurî bê be qumaşim
danîştinî serçaweyî awanî çyakem
naydem be hemû mułkî cîhan gerçî gedaşim
bo seyrî guł û mêrgî nizaran le behara
çawim wekû nêrgis geşe, meftûnî hewaşim
bo nîkwî bedî ’alemî dinya, le kenarim
bo dînî xełk bê zererim nîwe melaşim
daxim eweye haw wetenim zorî nezane
bem derdewe etlêmewe, aw kewtuwe aşim
herçende le şar dûr û le «dê» ş derbederêkim
pêm xoşe ke kewtûme meḧellî benî haşim