bo ’elî kemal beg

beyanî ḧeqîqet
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  608 Dîtin
tebî’etim ke heł engûtuwe le wez’î zeman
xeyałî şî’ir û ẍezel lêm peřîwete serban
ke seyrî ḧałetî mîllet ekem perêşane
minîş le beḧrî ẍema ebme masîy melewan
kesêkî wa nîye ẍemxiwarî qewmî bê kes bê
egerçî zor heye erbabî serwet û saman
ke xwêndimewe ẍezetey «jîn» ’elî kemalimKes
ke «şa» beytî qesîdey sexaye bo kurdan
diłim geşayewe, teb’im kirayewe derdem
le şukirî hîmmetî ew zate piř şekir bû zuban
witim: ḧatem bemeřê ya be wiştire pîrê
sexay ekird ke ewîş taybetî bû bo mîwan
sexay ḧetem ke le dermałî xoy bû cebrî bû
le ’eşretî «tey»ewe neygeyande naw şeyban
’elî kemale ke dûr û nizîkî girtûtewe
be feził û cûd û keramet, becur’et û wîcdan
eme ke nî’metî bê «menin» û bê «ezî» eřêjê
beser řefîq û feqîr û hejarî sergerdan
’elî kemale be merdî û be hîmmet û be kemał
meḧellî mefxerete, řebbî her bijî boman
qiseş le «lutfî» ekem bê dirîẍe lutfî ewîş
be xoy û xizmewe xizmet eken nîhan û ’eyan