sitayşî şarî beẍda
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
2 Xulek
767 Dîtin
çi xoşe menzerey cwanî şarekey beẍdaCih
ke şêx û zahîd û sofî exate ser sewda
ḧedîqekanî nimûney beheşte bo xoşî
diruste nawî binêy ’edin û «cinّة alim’ewîErebî»
eçîte seyr û temaşay ḧedîqey ẍazî
piře le bazî şikarî û askî seḧra
leser erîke beřêkî ke çûyt û danîştî
hezar ḧûr û perî dên û deřon be berdemta
nemamî mem wekû dû sêwî ał û lîmoy zerd
desî exate desî, dîde nêrgisî şehla
nîgahî şarî’î ẍazî û řeşîd û emsalî
le şanze lîzey pars zyatirin be sefa
kenarî cadde dirextanî řêk û muntezemî
mîsalî qeddî ḧebîbanî nazk û ře’na
ke biçîte seyrî qûwir û dewa’îrî řesmî
be cazîbey fereḧî disił dexate řeqis û sema
biçîte kerxî řeyaḧîn û guł lejêr eşcar
çi abdar û çi şîrîne řîzî darxurma
be pirteqał û kebat û tirinc û lîmonî
ke bonî xoş be hemû şarî’a eken îfşa
hewa mu’ettere ’alem mu’enbere bê şik
seday qumrî û bulbul bese lebatî ẍîna
beşew ebînî leser erz asmanî yekem
elektirîke kewakîb ke şewq eda be hewa
ke seyrî dîcle ekey dê besed hezar ’ezemet
xuře û wiřey nîye eřwa bebê hera û seda
demarî cîsmî biłind ba’îsî ḧeyatî wiłat
ewe, ke zînetî dawe be baẍ û qesir û sera
meḧellî ’îlim û menafî’ û menabî’î serwet
hemû le ’asîmey naw ’îraq ebê peyda
ḧeqîqeten ewe paytextî zahîr û batîn
piře le şah û wezîranî ’alemî uxra
cuneyd û sîřřî û behlûl û bîşir û kerxî hemû
mucawîrin le ḧuzûrî şahî dîn îmam mûsa
eto nezer meke ew qesir û gunbedî zahîr
le bo tewafî melek baregahî wa le sema
ẍubarî qebrî kilî çawî ce’ferî û sunnî
nîgahî merqedî şadîy diłî ẍenî û geda
le paş îmamî zeman mertebey ke bałaye
cenabî ẍewsî zemane ře’îsî ehlî huda
mesafî to nîye em saḧe wasî’e «zêwerNasnava edebî»
le beḧrî etłesî bo to meḧałe bêyte şena
le batî medḧî bixiwêne «’ilîhim alirziwanErebî»
«’ilîh alf silah wirḧimh û rizaErebî»