dû řêwî teme’kar

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  512 Dîtin
dû řêwî zorzan herdû teme’kar
letaw birsêtî bûn be segî har
byandyaye eger kałe kun
wayan ezanî goşte û hîze řûn
hewłyan eda be deşt û derda
meşke کۆنێکێان hat benezerda
tawyan lê da kewtine sema
wayan ezanî xwanêke yeẍma
yekêkyan pêş kewt qepî lê da zû
rêwîyekey dwawe swarî kołî bû
meşkey fiřê da aza wergeřa
perdey dostî û namûsyan diřa
ber bûne yektir be çing û bedem
heryekê eyut beşî to nadem
xerîkî şeř bûn dałê le hewa
rû hat meşkey bird bê şeř û de’wa
emca řêwîyekan ke emeyan dî
leyek bûnewe bena’umêdî
netîcey ḧîrs û nařêkî dawa
her me’yûsîye le herdû dinya