temsîl

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  551 Dîtin
timsîlErebîe fen ’alîye eḧwałî pêşuwane
neqlî eka mimsilErebî bo ehlî em zemane
temsîlçî dête meydan eçête cêgey xoy
danîştû bo temaşa hem pîr û hem cwane
geh pêkenîn û şadî gahê girîn û zarî
giftar û karî yek yek wek sîḧrî saḧîrane
yarî û gemey mimsilErebî seyr û sirûre zahir
ema piře le ḧîkmet bo herçî karzane