şagirdê teşwîqî řefîqanî eka bo xizmetî weten

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  561 Dîtin
ey lawî weten ey saḧêb zeka
gwê bigirin weten çontan bang eka
bang eka êweş îtir hestin
bo řêy pêşkewtin kemer bibestin
be ’ezmî xotan ke bê niqsane
def’î ken lay ben bełay zemane
karxanecatî loke û sicade
le hemû layek biken amade
řêy awedanî qutabxaneye
bo berzîy weten ew nîşaneye
be se’î û ’emel be ’îlim û be fen
biłindî biken beydaxî weten