handan bo xwêndin û pêşkewtin
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
1 Xulek
1722 Dîtin
ey ẍunçey umêdî hemû pîr û cewan
bêdarewe be wextî cilît bazîy û meydan
’alem hemû hestawe xerîkin hemû merdan
bişkêne be bazûy huner tewqî cehalet
’îlim û edebe merhemî her derd û ’etalet
to derdî cehalet buwete seddî jyanit
ya şu’ley ẍem agire bo řoḧî řewanit
lem keşmekeş û ḧadîse bestirawe zubanit
bişkêne bebazûy huner tewqî cehalet
’îlim û edebe merhemî her derd û ’etalet
daykî weten îqbałî be’îqbalî etoye
çawî le teřeqqî û hemû amalî etoye
řuşdit ke bibê xezneye wa małî etoye
bişkêne bebazûy huner tewqî cehalet
’îlim û edebe merhemî her derd û cehalet