me’arîf

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  613 Dîtin
me’arîfe ke biłindîy eda be qewmî hejar
cehalete ke deka meḧwî sîlsîley tatar
finûn û ’îlme kewa buwete ba’îsî îqbał
cehalet û ḧesede buwete menşe’î îdbar
biraderan û řefîqanî xom mebin ẍafił
le terbye û edeb û sen’etêkî baş û bekar
weten weten weku «kûkû»y kotre barîke
bibête wîrdî zuban û diłit be leyl û nehar
be mał û dewłetî dinya menaze ey ḧacî!
bînay mekteb û pirdê ḧîsabe řojî şumar
ḧeyatî ême ḧewałey sexay eşrafe
ke gewre lutfî nebê quř beser sefîl û sîẍar