benawî xway gewre û mîhreban

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 3 Xulek  1266 Dîtin
hîç kes nîye besozî dił û sînem aşna
şadim ke dił be derdî deway kurde mubtela
naşkê betop û bomba, ser efraze qewmî kurd
layîq nîye be teb’î biłindan diro û řya
tabî’ beqesd û ḧîssî hewaye ḧiqûqî nas
cebren esîrî batîle ḧeq, wa kira fîda
ḧeqiq û miruwetê nîye bo ême, qewmî kurd
bo «ehlî» ḧeq mu’înî eto da’îm ey xuda
dinya le ẍeşiş û ḧîrs û řya û menfe’et piře
alûde pê, fezaḧete, pabendî îftîra
wîcdan û qelb û ḧewsełey em hemû kese
ay, way, berd û asne, nagrête gwê seda!
meẍlûbî cehil û feqir û sefalet buwe muḧît
ałaye bêxî mîlletewe lehbey fena
her mîlletê xerîke ḧiqûqî le dest girê
em qewme kone bo nîyetî ḧeqqî î’tîla?!
bê ẍaye, bê netîce çilon gyan fîda bika
layîq mebîne bo serî em mîllete cefa
bestey syasetî duwe le ḧałî zarî kurd
lem bu’dî latenahîye bê şewqe wek suha
mułk û ḧeyat û serwetî jêr barî zîllete
lem zułmî bê emane, xudaman bida pena!
wa herçî ’atîle ekřênrêt û meḧu ebê
bem ’esrî ḧazre ke dełên ’esrî îstîfa
ah ey feqîrî bê kesim ey kurdî bê xeber!!
ey tu’mey mesa’îb û qehir û şeř û cefa
bidřêne, lade, camey jêr barî mîḧnetit
ey kurd! be’ezim û ẍîretî xot ferze îrtîqa
bo xatrî řezayî xwa û ’eşqî eḧmedî
besye nîfaq û besye şîqaq û řiq û eza
wa ermenî û yehûdî ḧeqî girte destî xoy
bo bo ḧiqûqî şer’îy xot nakey îddî’a
îcab eger sîlaḧe, desa wextî firsete
ḧazir be! ger bekuştine, îsbatî mudde’a
her kes xerîkî xizmetî ehlî teẍellube
bê deng buwe ḧiqûq û naken kemê ḧeya
ey gewrekanî kurd û beg û mîr û zabtan!
ye k bin hemû teweqqufe lem ’esreda xeta
ey şêx û seyîd û ’ulema yek sedayî ḧeq!!
bo întîbahe lazme «ḧّy ’ilî alsilaErebî»
kurd hîmmetî biłindî heye sewłetî heye
sa ba, ewîş lîway ḧikûmet biłind bika
ełbet le beynî mîlletî kurd çend «selaḧedînKes»
peyda buwe beẍîrete û ekmel û deha
ḧeqqêkî îbtîda’î ke êste nesênrê
bo kurd le ’aqîbet çi nîye nûrî muqteda
kurd axrî mu’eyyede, xoy ḧakme û emîr
lem ’ezme řuḧî ḧezretî «meḧmûd»e pêşewa