min ełêm

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  789 Dîtin
min ełêm: lazim nîye fêr bim le dinyada ḧîsab
pêm ełên: ey çon necatî xot edey řojî ḧîsab?
min ełêm: mehdîKes le dinyada nîye û zîndû nîye
şah îsma’îlKes ełê: ethênme ber darî ’ezab
min ełêm: hîç ḧewsełey seyrî kîtabim la nîye
pêm ełên: mecbûr ebê bigrî be destêkit kîtab
min ełêm: her barî ’eşqî alî ḧeyder kafîye
ehlî sunnet pêm ełên: serbarîye ḧubbî seḧab
êwe mehdîn ya nebî yaxo le babî pirs ekem
em su’aley min le axirda demênê bo cewab
min ełêm: key mîlletî xot xoş ewê ẍemyan exoy?
pêm dełê: wextî şerabêkim bibî goşt û kebab
min ełêm: key yadî ḧeşir û dozex û agir ekey
pêm ełê, wextê bibînim sûfîy û mellay xerab