çi xoşe?

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  581 Dîtin
çi xoşe ḧukmî ’edalet, nemanî meḧkûmî
çi xoşe řef’î sefalet şî’arî mezlûmî?
le beynî qewm û mîlelda çi xoşe mewcûdîy
çi afetêke ḧeqîqet bełay me’dûmî
çi negbetêke îlahî cehaletî mîllet
çi dewłetêke mu’eyd esasî me’lûmî
nema le sayey ’edlî îlah û lutfî xwa
leser xirapey em kurde sayeyî bûmî
le feyzî lutfî xwawe wîlayetî mûsił
necatî bû be tewawî le pencey řomî
bełê netîcey zułim û cefaye bo her kes
berokî xoy egrê ’aqîbet be meş’ûmî
kulahî fexrî hemû kurdekan geyşte felek
ke turkî da bezewîda xeyałî mewhûmî
ke ’usbetul umem em ḧukme ’adîlaney da
ḧeyatî da be ’êraqCih û nemawe meḧrûmî
bijî be ’edlewe ’usbe legeł berîtanî
çiray wiłate qeraryan be lefzî mefhûmî