ey ’almanî ḧeqbîn

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  538 Dîtin
ey ’almanî ḧeqbîn tedrîs biken bebê kîn
laden le te’in û tel’în laden le wirdekarî
řêy dîn guşade derwêş, bemin çî bûyte beng kêş
binwaře murşîdî pêş menwaře beng û marî
heta biłên xetay kird şêxî řezîKes û tûsîKes
herwek qedîm be sî sał nageyte «qazî larîKes»
ey tacranî sadîq wey kasbanî layq!
řeḧmê legeł xelayq de be dwazde tucarî
her muşterî ke dête berdem dukanî êwe
sabûn meden le jêr pêy, neşter le şademarî