girtinî çexmaxsazekan

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  714 Dîtin
şay’e kewte hemû cêge û bîstim xeberê
ke ḧikûmet be siza sinfî tifeng saz egrê
şořş û ẍulẍule hesta le hemû kołanê
buwe ew řoje ke zîřoḧ hemû yek yek emrê
têkçû kûre û deme, laçû çekuş û gîre û gaz
kuncî dûkanekeyan lê buwe kuncî seqerê
teskełe û «zerdemil» û «lûle» û «çerx» û «xişke»
kilke mişke le kune mişk enra ta nebrê
«nermesaw» bawî nema «kilke şêre» û «firûnî»
«çêwesan», «ceřře ḧetîte» buwe darî çeperê
taqmî zebtîye wek baz û heło sûřî exward
bo dû «bêçû» le penayek bigirin quřbeserê
zîkezîk «’eyne mel» û bûne «melex» westakan
bawkî xawen şefeqet řûy ne’ekirde piserê
hewreban bû buwe best têy exzan wird û piçûk
swarî kołî yek ebûn wek meselî serbeserê
pê petî hatû heřay kird bebê kewş û kiłaş
taze şagirde yekê cûkeyê, gwêçke kerê
lengerî girt le hewa bazî eda westayek
witî: estom bişkê nîw nimekim lê nenrê
tûşî westayekî tir bûn ke le girdî seywan
witî derwêşim û derwêş ebê her mar bigrê
kuřî aza le hemû cêgeyê xoy enwênê
aferîn westa ’ezîz dest be sîlaḧ hate derê
xencerî kird be kemerya ke leser fîşek liẍ
witî: ferqî nîye emřo çi muşîr û neferê
gerçî dostî min û erbabî şew û řojî mine
basî westa řeşîd zor xoşe ke şerḧî bidrê
her beçerme řeqekey řastewe bû pêyan wit:
kuře danîşe meřo nabê le bo to zererê
seg û tancîy û gemał û tûle şwênî kewtin
wexte bû quř besere çermeřeq û xoy bixurê!
aşnakem le tenîşt ḧucre feqîre, bestezman
kałek û nanî exward bîstî lenakaw eserê
hêzî ejnoyî biřa hem ḧepesa hem tirsa
le wicûdya beqeder zeřře nemabû hunerê
witî: sa êwe le berken cilekanim newekû
lêm bisênin be siza, cerde, le şar biçme derê
’aryan bê bexwa da’îrey çexmaxsaz
le wiłata eteqin heryeke bo cê û guzerê