pend û amojgarî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  1003 Dîtin
yek ’eybî xełk ebînî xot saḧêbî hezarî
xełkit lela xerare xoyşit wekû dewarî
zahîr feqîr û salim be řeng û bergî ’alim
emma lenaw derûna marêkî zehirdarî
çon pêt biłêm: musułman? ya ferdî new’î însan
dûrî le xêr û îḧsan mestî mey û qumarî
destit le sin’eta bê nawit le ḧurmetaye
qelbit le ẍefłeta bê, qełb û zelîl û xwarî