pend û amojgarî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  857 Dîtin
xot sûk be ẍa’îleyî sed meramewe
ta mawî řabwêre be namûs û namewe
xot řostemKesy zemane be xot ḧatemî cîhan
fexirt nebê bebab û be xał û be mamewe
mewzû’î ehlî fîkirete perwane û çira
perwane û çira çuwe naw fîkirî xamewe
tuxwa le řeẍmî zahîd û sofî biłên: ke bêt
mutrîb be tar û ’ûdewe, saqî becamewe
emut: le daxî dehir eçme kuncî ’abîdan
zanîm: temeł ’edûyî xwa bûn geřamewe
bazař enêyte koł û le mescîd ekey du’a
dîn zor muqeddese, bewe nayête damewe
gahê le řoşnayî û gahê le tîregî
gerdûn mîsalî toye be subiḧ û be şamewe
em beyte çende xoş bû lelam yarî nazenîn
eyxiwêndewe be lehceyî piř îḧtîramewe