dyarî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  761 Dîtin
kesê çak bê kirdarî
lêy qibûł bike dyarî
ewey kewa bed fîkire
qet dyarî lê wermegre
heye nanê ebexşê
xoy pêwe heł ekêşî
bebar minet dadenê
bexşê ḧuqqe herzinê
toyş bexşînî çakit bê
dest û diłî pakit bê
mebe dyarî bo kesê
diłit ke lêy bitirsê
dyarî bo meḧebbete
bo dostîy û ulfete
dyarî meke bebertîl
bê ḧurmet ebî û zelîl