gałte û qeşmerî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  874 Dîtin
řûy kirde kar gahî teřeqqîy wiłateke
ye’nî wiłatî kurde bebê destełateke
tedrîsî ’îlmî felsefeye, fennî tazeye
weḧşet le şarewe geyîye qate qateke
caran ke suxmeyekî ne erdirû be hefteyê
makîne deste êsteke, westa xeyateke
erbabî ’îlim û danîş ewend zor buwe benaw
layan xeyałî batîle pirdî sîrateke
kewş û kiłaş û kałe û pêtaw fiřê dira
kewşî ferense řewneqî xiste wiłateke
caran ke ’eşqî cînsî letîf bawî sendibû
êstake nûrî meclîse bezmî lîwateke
seyrî ke çon terîqî tereqqî kirayewe
ała ferengeye ḧerekatî se’ateke
řêwî nebê ke tirsî le řawker heye kemê
kes xewnî lane mawe muḧîte nîşateke
dîn bû ke seddî řêgey em ehle weḧşe bû
kes swarî nabê kewtuwe wek lake lateke
çaxaneye, sinûqe, meqamatî tazeye
dêrêkî kone mescîd û sewm û selateke
layan wehaye dujminî dîn bin, tereqqîye
nayanewê nizîkî xwabê, ḧeyateke
şew keyfe, ’eyşe, ’uşrete fîkirî temeddune
řêgay se’adetî ewe, dê, bo ḧeyateke