abûrî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  691 Dîtin
mame homer sed şukir to quwet û çawit heye
her le dêyek çen řez û ’erd û berawîşt heye
tûtneket qîmet neka sed îşî tir bot qabîle
dêberit zer’î pemo key aweřîs çawit heye
tûtneket qîmet neka mazû gezo, pêste û xurî
şałî zor cwan û necîbî deştî xoşnawit heye
qoł le pestek hełbikêşe û biçore kêwî bo şikar
bo tîcaret wek dełek, wek řêwî segławit heye
xełkî gundî řoxî zêy badîn û kwê wanêk bye
toş feqet zor goştî masî pêstî segławit heye
şazde kundey qoř û pênc sed berçinar bû bekełek
her be «ba» eřwate beẍda çunke toş awit heye
mesrefit ger zore ça lê menê bo de’îye
basuq û sincûq û gwêz û mêwje xoławit heye
herçî mêwey naw beheşte to le berdesta heye
kałek û hermê û behê, hencîrî řêjawit heye
’adet û çawlêkerîy wa çay beḧurmet kirduwe
fezłeye bîxoytewe doşaw û xoşawit heye
qondere û potîn nebê kewşî suleymanî û kiłaş
wextî befrîş kałeyî gazerd û pêtawit heye
tûtneket qîmet bika ew pare bes bo to nîye
qerzî kutał û şekir, toş řencî naw awit heye
bew ser û pêçe zile û piştêne heşta zer’îye
bew kiłonce mexmere loçî etoyş nawit heye