werin yaran

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  837 Dîtin
werin yaran! temaşaken çi řengîn new beharêke?
le feyzî řeḧmetî barş hemû cê sebzezarêke
şiney badî beharî řewḧ bexiş û ’etir pexşane
be girye û nałe hewrîş ’aşiqêkî bê qerarêke
çi feřřaşêke pencey qudretî? bo ka’înat emřo
der û deşt û byaban lalezar û mîrẍuzarêke
şika hordûy serma, hełweşa cem’îyetî supa
hemû řûy kirde seḧra her mesîre taze şarêke
seḧergahan lenaw baxa ełêy mirwarîy barîwe
le awingî hewa her bin çinarê serçinarêke
cirîwey teyrî taze cêgeyî teyren ebabîle
lekin ehlî besîret řûd û ’ud û saz û tarêke
tebî’et teř buwe yekser nemawe sofîy wişkî
yekê pabendî karêke, yekê diłbendî yarêke
diłî fellaḧ û cûtyar û sepan piř neş’e û keyfe
derûn tarîk û řûgirje ewî saḧêb ’emarêke
bedewrî şareda her wek «teşîle» sûř eda cambaz
gułołey kewte lêjî ney’ezanî teř beharêke
kesê çawî le nef’î xoy û meḧwî ’alemê bibřê
be zahîr şikłî însane, be batîn har û marêke
nema ḧacet ře’îsî belde nawê muḧtekîr bigrê
bełê me’bûd ke day, meḧmûd wekû ême hejarêke