’ereq naxom

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  993 Dîtin
’ereq naxom ke tûşî derdî ser bim
giriftarî hezar derd û xeter bim
heçî xwa ḧez neka eykem be siřřî
îtir bo şermezarî naw beşer bim
’ereq naxom ke ’umirim kurt û kem bê
becwanî bo giriftarî zerer bim
’ereq naxom ke dûçarî werem bim
hîlakî xestegî qelb û ciger bim
’ereq naxom ke «miqtu’ alinsilErebî» bim
ḧezim waye ke babî sed piser bim
’ereq naxom ke bê hoş û xîred bim
le ḧałî dost û dujmin bê xeber bim
’ereq naxom le qaqa û pêkenînim
becarê mesxerey ehlî nezer bim
’ereq naxom ełên: «da’ alkؤwilErebî»e
le ḧeşrişya berengarî seqer bim
’ereq naxom be dînar û be dirhem
netîceş ’eynî ker tabî’ bezeř bim
eger feził û huner lem karedaye
le xwa xwastim wehaye bê xeber bim
ne xeyyamKesm ne qa’anîKesy dirozin
leber çakîm nîye ger lêy ḧezer bim
le bon û bogenî bêzare teb’im
fîday emrî xuda û pêẍember bim