ezanim bînûsim!
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
1 Xulek
879 Dîtin
ezanim bînûsim bo her kesê min ’erz û ḧał emřo
le ’erzî ḧałî xom damawim û saḧêb melal emřo
şikayet kem le ebroy diłgeşî ya çawî xunxiwarî
biłêm çî min le te’sîratî zulf û xet û xał emřo
ełên fewtawe basî bulbul û guł, şem’ û perwane
keçî şem’î gułî řoxî bitêkî bê mîsal emřo
çiraẍî bezmî ’uşşaqî, gułî gułzarî afaqî
benaçar ebme bulbul, ebme perwaney cemał emřo
ege r tenqîd eken, teqdîr eken em řêge řêgame
ke biçme seyrî lencey dilberî qed î’tîdal emřo
ke menhecman leser dîne newek dîne biłên: muftî
îtir lade le fitway fasîd û qewlî betał emřo
beḧusnêkî xuda dadî wekû nûrî dû çawane
meken men’im bequrbanî bikem ’eqił û kemal emřo