bulbulê lay gułê
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
1 Xulek
1027 Dîtin
bulbulê lay gułê be deng û seday
witî: çend xoşe wesłî canane
baxewan řû nekate êrane
ew řeza qurse tif le şikił û řezay
boyî řîḧan û ẍunçey çemenim
perçem û lêwî yar exate nezer
ey fîdatim were nesîmî seḧer
bêne mujdey wîsałî guł bedenim
şewqî lempaye şew le berçawim
řûy guł ateşîn exate xeyał
meşqî mindałe piř le xetit û xał
were bo seyrî qelbî nûsrawim