diro

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  1063 Dîtin
biłêsey xermenî dewłet diroye
şerarey mezre’ey serwet diroye
mucessem bê sedaqet mange ya řoj
emma me’nay şewî zułmet diroye
eger řastit ewê ey newcewanim
xezanî baxekey ḧurmet diroye
eto binwaře meydanî zemane
’elemdarî supay negbet diroye
dirozin řû řeşe lay xelq û xalîq
sebeb bo le’net û nefret diroye
diroye def’eyek naşta eka çak
bełê tîẍî řegî xizmet diroye
diroye wasîtey texrîbî exlaq
çiraẍî meclîsî ẍeybet diroye
sedaqet pîşey erbabî namûs
lekey dawênekey ’îsmet diroye
le gurg û wirç û fîl û şêr metirse
diřindey saḧêbî heybet diroye
îlahî! řastî çî bê xirapî
kewa meqbûlî naw mîllet diroye
meselmênin dirozin biçne cennet
eger bêtu biçin cennet diroye