dîsan

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  744 Dîtin
buxare danş û makîneye ecsam esûřênê
ke cîsmê cewherî gum ka le jêr bara ebořênê
semawer dem ekey ça coş edey kwêxa le axirda
ebînim janeserte zig le birsana eqořênê
kesê ẍeybî neka esił û neseb cînsî mu’eyyen bê
be çeşnî feḧlî dabeste le meydana ekořênê
şeřî jîne leser setḧî zemîn kewtote naw ’alem
lenaw em ḧeřbeda nadan ḧeyatî xoy edořênê
egerçî malîkî aw û erazîn çunke bê xêrîn
beser sermanewe herdem yekê qemçî esûřênê