teyare
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
1 Xulek
1447 Dîtin
dêwêke gyanî tya nîye ekşê beçeşnî mar
bê dest û qaç û xwêne bebê goşt û bê demar
naw cergî piř le agire herdem ke dête êş
xorakî awe bê dem û dan bê simêł û řîş
herçende bê peře ke legeł kewte asman
çend řoje řêge zû debřê nagrê wiçan
nałîn û girmegirmî le hestan û řoyna
hewre birûskeyêke beser gyanî duşmina
em dêwe gewre beçkey zanîne ey hejar
zanîne dêw le asin eka û bałekey le dar
zanîne gyan exate leşî dar û berdewe
zanîne zêř û zîw ke derênê le herdewe
zanîne şaxî gewre wekû loke şiř eka
zanîne cergî şew ke le řûnakî piř eka
derya ke bû be řêgey řoj û şewî hemû
zanîn nebê ke hêzî ewey bê meger çi bû?
zanistîye çiraye wekû zêřî baxełe
gyanî wiłate bo ser û gwêy duşmine pełe