sînema
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
1 Xulek
1185 Dîtin
daxî ḧesret nexşî best emsał le textî sînema
bo ewaney řa eken serbest eçin bo sînema
kê ełê ḧerbe giranî zor perîşane cîhan
to biçore sînema wa tê egey birsî nema
kuř le bawik kiç le dayk şermyan laxsituwe
sînema karêkî way kird hîç minał tirsî nema
bo temaşa zor kuř û kiç bûne hawřêy bawik û dayk
hîç ẍemî bawkyan nîye, way dirhem û filsî nema
yek beyek koşiş eken ta zû biçin bo jûrewe
ba hezar car bang biken wa locew û kursî nema
’îlim û fennî ewrûpa fêrbûn ke seyrî wêne bê
agirî ḧesret emênê her le lewḧî sînema
pêm biłên ta êste çî fêrbûn minîş dêm carbecar
ta nełên pêm paş mile zêwerNasnava edebî kewa şansî nema