gałte û gep û xohełkêşanî qiřjał

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  996 Dîtin
çûme cêyek bebê kişe û bê deng
dîm lewê řakşa bû yek xerçeng
hestî kirdim le řastî xoy westa
bangî kird kêye hate cêgay teng
kêye destî le ’umrî xoy hełgirt
hate em bîre, qûłeyî şewezeng
min witim: zêwerNasnava edebîm, musułmanim
nwêj ekem dujminim be dînî feřeng
to meger çît le řêy musułmanan
wa le mê saknî be ’ezmî ceng!
witî min ẍîretim wekû şêre
ḧemley min zyatre le piłing
şîr û tîr nambiřê ewend sextim
heme şeş pê lewextî ḧemle û ceng
nêşî dindan û êşî zexmî min
newekû mar û ’eqrebe, ne neheng
ta le beẍdaCih zemîn kerê nezeřê
berit nadem ne kewîye ḧałî keşeng
ew ke te’rîfî xoy weha bom kird
kewtime weswesey xeyałî teng
medḧî xoy hênde kird emin tirsam
řengî sûrim çuwe muqabîlî jeng
lerze kewte cemî’î endamim!!
xoy le min kirde şêr û bebir û neheng
hełmetî daye qaçim û řam kird
dengî nałey neřoy dû sed firseng
sa’etê mat û mest û ḧeyran bûm
herwekû serxoşî şerab û beng
axrî min witim çîye tirsan?
esleḧem pê nîye peyakem seng
xiřkê kewtibû be’espayî
çûm hełm girt bebê teqe û bê deng
herwekû řostemî zeman têm girt
kewte ser piştî zuştî kuştî seng
şukirî xwam kird leřastî xom sed car
dił řeḧet bûm le duşminî bed řeng
lêm mu’eyyen bû ew hemû medḧe
hemû kabû bebay deda xerçeng
zêwerNasnava edebîa, haş û hûş meselmêne
ta le sînet neden be şîr û xedeng