gořînî şî’rî se’dî şîrazî

giftugoy perde û ała
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  1297 Dîtin
se’dî fermûyetî: le naw beẍda
perde bê deng û dûr le her de’wa
bê xeber bû le ḧałetî ’alem
hîç kesê bê řeqîb nîye û bê ẍem
têfkirî řengî sûr buwe beydax
řûbeřûy hat be gurcî û gustax
witî: ey perde nazk û nazdar
seyrî min ke leşim piře le ẍubar
bo hemîşe řefîqî wek mahî
hawdemî newcewanî dergahî
ya, lelay nazenînî guł řengî
def’eyêk tûş nebûy be diłtengî
minî bê çare wam bedest şagird
le seferdam le deşt û şax û gird
xizmetim zore qîsmetim derde
qedrî to boçî zyatre? perde!
witî: beydax serim le heywane
wekû to nîm serit le keywane
ewî nabînê çawî cêga û řê
’aqîbet lûtî dêtewe ber pê