goranîy înḧîsar

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  847 Dîtin
çûme şarbajêrCih beheştî dinya
dê be dê geřam naw deşt û çya
beḧeyranewe cwanê le şanê
em beytey ewt ’alem bîzanê
bijî zekî beg bijî înḧîsar
necatîman bû le kêşî qîntar
lew dîwe çûme naḧyey pişder
naḧyey merdan cêy şîr û xencer
lawê lawkî ewt le şaxî
zor beserberzî zor be gustaxî
bijî ḧikûmet bijî înḧîsar
necat bûyn ledest destey tema’kar
emca řûm kirde naḧyey sûrdaş
naw çemî «tabînCih» dewrî «kelebaşCih»
leser şaxewe ke gwêm bo řagirt
kabray «muẍaẍî» em ferdey ewt
bijî ’edałet bijî înḧîsar
le’net le załim nefret le ẍeddar
le sûrdaşewe çûm bo bazyan
ehalî hemû beşewq bê zyan
çûme qeredaẍ cwanê beqetar
’eksî dengekey dabûye kohsar
eyut: her bijî řebbî înḧîsar
necat bûyn le dest heşt ḧuqqe biçwar
çûme «şarezûrCih» me’de nî ałtûn
ehalî hemû diłşad û memnûn
be horey kurdî naw derbendîy xoş
ke awazyan egeyande ’erş
xoş bê wiłatman bijî înḧîsar
tûtin le çarek geyşte dînar
syaçemaney şaxî hewramanCih
amoza gyanî pênciwênî kwêstan
xałey řêbwar le kuře kajaw
teskîn eda bedłî sûtaw
xułasey qise, şadîy înḧîsar
neş’ey xiste naw deşt û kohsar