bo westa bîlal

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  882 Dîtin
mes’eley westa bîlal û bûkî tazey bû be baw
wextî perde pîrezałe, wextî meclîs nêre pyaw
guł ke małî bulbule zor ḧeyfe kund zewtî bika
pîrî heşta sałegî çi bika le yarî meste çaw?
teskełey pê lazme westa, newek teskołeyê
nasmê duřřî nesufte kes bezerbî nermesaw
karî westa kûrebazî û lûlesazîy asne
nek ’eqîq kun kirdine lade le fîkirî natewaw
ey mela! fesxî nîkaḧî pîrî bê kêr ca’îze
hîmmetê, sa, to řeha ke askî nazg le daw