’eşq

Li pirtûka:
Çirakanî Ser Hellemût
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  1084 Dîtin

lenaw serma, le bakûrda, ’eşqêk heye piř le baran

piř le hewre birûskeye. baran řapeřînî sewzime û

birûske bałî biřwame û serim feza.

lenaw gyanma, le bakûrda, ’eşqêk heye piř le bahoz

bahoz nîştimanî çirîkeme û

demêk ebê be peyamî kêwekan û

demêkî tir be henasey şarekan û

bahoz ebê be şeqamî xoretaw û

ebê be mangî ser çya û

bahoz ebê be gerîla.

lenaw serma, le bakûrda, ’eşqêk heye piř le sirûd

sirûdî aw, sirûdî berd, sirûdî befir û řeşeba

sirûd ebê be řûbar û eřjête şî’irmewe û îtir eřwa

eřjête cîhanewe û sirûd îtir haje eka û

sirûd ebê be dengî xwa

sirûd ebê be estêrey erxewanî û

serim be çiray gerîla.

lenaw serma, le bakûrda, ’eşqêk heye

piře le cirîwey mindał, piře le awêney guł û

piře le ewînî jin û

piře le gomî řûnakî û

piře le henîskî geła.

lem ’eşqeda

awêne ebê be řêga

ewîn ebê be goranî û

gomîş ebê be çawan û

henîsk ebê be hełebceCih û

ledwayîşda her hemûyan

ebin be xewnî gerîla!.

lenaw serma, le bakûrda, le êsteda

’eşqêk heye piře le milyonan destî xor û

piře le milyonan cogey deng û

piře le hezaran şeqam û

destî xor ebê be dwařoj

coge ebê be řojname û

kêłge ebê be zarî nan

ledwayîşda şeqam ebê be «ocelanKes»

lenaw serma, le bakûrda, le êsteda

’eşqêk heye piř le hewr

piř le kanîy jêrzemînî û

piřîş le hawarî nakaw

hewr ebê be derbendî haje û sêław

kanîş ebê be bûmelerzey cestem û

hawarîşim be wiłatêkî hełqirçaw

lenaw serma, le bakûrda, le êsteda

’eşqêk heye, ’eşqî «wanCih»êkî tînuwe

’eşqî giřêke zîndanî û ’eşqî zimanêkî zamdar

wan heł’esê û le azadîy exwatewe

giř heł’esê û newroz ebate ser lûtke û

em zimane zamdareyşim řa’eçłekê û

derga leser ḧerfekanî ekatewe.

lenaw serma, le bakûrda, le êsteda

’eşqêk heye, ’eşq buwe be pencerey hemû małê

’eşq buwe be sitranî hemû małê

’eşq buwe be bałinde û be dirextî hemû małê

lenaw serma, le bakûrda, le êsteda

’eşqêk heye, hemû řojê gewre ebê û gewre ebê

le êsteda wiłat cêy tya nabêtewe

daristanê biłêseye û pel ehawê, pel ehawê berew jûrtir

egate şewî enqereCih û nałe ekat. pel ehawê

egate naw estemułCih û şeqam şeqam lirfe ekat. pel ehawê

egate naw pêkenînî etaturk û pêkenînî eka be xoł

eme kiłpey ’eşqî mine, ’eşqêke û nawî gerîla û

’eşqêke nawî kurdistan.

eme kiłpey ’eşqî mine, azadîy enûsêtewe

leser cestey şehîdan û le êsteda

buwe be newrozî cîhan!