tiłetłî ceste û heřeşeyek le tarîkî!

Li pirtûka:
Çirakanî Ser Hellemût
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 7 Xulek  767 Dîtin

sûtan û be sûtmakkirdin û cestey ême û

xakî ême leyek danebřawin.

em çarenûse hełgîrsawe, em mêjuwe sûtemeřoye,

berdewam beşêk buwe le lirfelirfî kiłpekirdin û

le encamîşda dîrokî xołemêşê ke bê pisanewe

karesat û kostî hełqirçawî gêřawetewe. bûnî kurd û agir,

le dwaneyekî ebedîy azar û řûnakî eçin.

carêk ême kirdûmane be sunbulî manewe û

zor carî tirîş ew kirdûynî be qerebrût!

em qederî pêkewe jyanî ême û agire, dêrîne dêrîn

le kûrey be nałenałî muẍekanî zerdeştewe û

le nizay ser be nûrî gatakanewe

le qurbanîyekanî mîdyawe, lew mencenîqanewe

ke bo yaxîbûnman daxrawe, ta em sate wexte

lew serdemanewe lay êmey biłêseperist

nîşaneyek bo mizgênîy serkewtin, meşxełan buwe û

le bêhudeyî û na’umêdîşda, agir le cesteberdan.

ême û agir têk aławîn

çîrokî agir û çîrokî sûtan, têkeławbûnî

jyan û fenabûn, bûn

têkeławbûnî řwan û hełwerîn. awêtebûnî lanke û goř û

heres û hestanewe û

beyekdaçûnî guman û yeqîn, çîrokî ew dozexane bûn

ke hendê car beheştiman tya řiskandûn û

le baxî pişkoda gułman çinîwetewe.

le dwa sałî sedey bîstemîşda, eweta her agir ebêtewe bew

řemzey gyanmanî pê ebexşîn bo ewey leşman bikatewe

kiło xełûz û

bew kiłoyeş azadî leser hawarekanman binûsînewe

eçîne biłêsekanewe

bo ewey le mirdinda manayekî nwê be jyan bibexşîn

eçîne naw řûnakîy daxrawî mergewe

bo ewey lêy neyeyne derewe

sîrwan way kird

«sîrwan» xoy dagîrsan

bo ewey bêzarîyek bikujênêtewe

yan bo çend çirkeyek heřeşe le tarîkî bikat

yan bo ewey peyvêkî nemir le şewêkî çiřî bêdesełatîda

bika be şî’rêkî giřdar

dîsan bo çend çirkeyek û bes

tûřebûnî zamêk le dinyayekî keřewałe

ewe teqînewey şaxêkî goşegîr û weřs bû

teqînewey tirs û teqînewey bêdengî

hełpijanewey şepolêkî serbiřaw

ewe nařezayî řisteyekî bê demamk bû le dinyay demamkidar

ewe satewextî lêkdanî zewî û asmanî ḧeqîqetê bû

dařmanî aram û

heresî diłnyayî û

řûtbûnewey řeşebayek bû le berdemî

zerya bêbakekanda.

le hemû xoşewîstîyekî gewreda

lûtkeyek heye, lûtkey twaneweye legeł ḧeqîqetda

lûtkey biřyar û negeřanewey

espî be kuřjin be çepokanî berdî oqre lê biřaw.

lewêda jyan daway mergêkî nwê ekat.

lewêda řwałet û cewher le yektir cwê ebnewe.

lewêda xewnêkî hetahetayî ebînrê û

zeman ebê be yek zeman.

meznitirîn ewîndarîş her ewanen ke be řoşnayîy cestey

sûtawî xoyan diř be metirsî û doşdaman eden.

sîrwan way kird.

ew le cestey hejar û namoy xoy zyatrî şik ne’ebird û

ewîşî da be ziřey zengêk

be zayełey awazêk û

be taqe hawarêkî sûtaw

tenha le gêjene gewrekan û gerdawî karesat û metirsîşda

mirov û xoşewîstîy mirov

řûbeřûy řastîyekan ebnewe

cyawazîye here gewrekanîş

her le astî ew cumganeda der’ekewn

ke merg abłuqey dawin

le beramber mergida, behay jyan taqîy ekirêtewe

ew êwareyey sîrwan xoy kird be newroz

ne newroz hebû ne ew agireyş kirabowe.

ew êwareye bûlêł geřayewe bo tendûrî xorinşîn

êwarey mana bû, êwarey ledaykibûnêkî tirî meraq

êwarey beyanî û

êwarey tenyayîy hemûman.

lew êwareyeda û le berdem telefzyonêkî xwên leçaw têzawda

le berdem dîmenêkî zîndûy nuşustî hîwada

ke sumbulêkî le agira zawî bûbû be dawî gişt cîhanewe

lew êwareyeda

yekêk firmêskêkî agir da û

ewî tir axêkî řwand

min şî’rêkim hełpiçuřka û

bełam «sîrwan» cestey xoy fiřêdaye

nêw tiłetłî nêrîney agirêkewe û

bew tiłetił û nêłenêłî cesteye, demuçawî

guman û řařayîy hemûmanî řoşin kirdewe û

pêy witîn: min meznitirîn şî’irim

be azarî leşim nûsî.

sîrwan le sermay hejarîyewe bû be aşnay agir û

tenyayî birdye naw hunerewe û

şewanî ser şostey şeqamekan hengawî lanewazî

kulêre û aw, le zistanda agirî naw tenekey sîley

kołan û le hawînda xwardinî şûtî û tarîkî beyekewe,

be řojîş xulya geřokekanî bêkarî û têřaman le

gilêney ḧerf kirdyan be hunermend

her hunermende hejare bêderetanekanîşin

řastigoyîyan le sadeyîyewe hełhêncin û

her ewanîşin le zimanî bêgerdî pelke gya bigen û

bizanin pîrozîy nanêkî germ û

qile hencîrêkî geyîw û le çîdaye!

her ewanin, bitwanin ewende le mirdin nizîk bikewnewe

ta eçne çawî nehênîyekanî ew dîw gerdûnewe.

kamêrakanyan ewende le metirsî berne pêşewe

ke îtir xoşewîstîyan derfetêkî tirî bo nemênêtewe

cige le hełgîrsan û hełqirçan.

sîrwan way kird.

ew dwa wêney leser avzînî mergewe girt

ew dwa wêney êwareyekî kiłpedarî

le berdem fiřokeyekî

barhełgirî namoyîda girt

ew dwa semay lenaw gerûy agirda kird û

tacî pişkoy leser kird û

ewsa mird!

hemû ’aşiqê, ebê dwa goranîy xoy biłê:

le her cêjwanêkda bê, dwa dîdar legeł mirdinda saz bikat

le jûrêkda, leser şaxê, le şeqamêkda, le deştêkda

leber bařêzey zimanda yan baranda yan leber awêney hetawda

sîrwan cêjwanî xoy le bêşełanêkî agirda dyarî kird

ke damirkayewe bû be dirextêkî sûtaw û

be koterey lewḧeyekî řeş û sipî

em mirdine lenêw hunermendanda û le hemû cîhanda

wek tablo gewrekan

wek ’eşqe gewrekan

wek dozexe gewrekan

degmene.

degmene wek xaçî ’îsa û

şewî yełda û

tenyayîy kurdistan.

sîrwan be nasortirîn tabloy dwa sałî

sedey bîstemî ême bû.

amajeyekî giřtêberbû, řuwew zułim.

fiřînêkî giřtêberbû, le tarîkistanda.

nîşaney pirsyarêkî giřtêberbû, le berdem dinyada.

ewe sîrwan bû:

lêrewe çawim lêye biłêse bałyetî û efřê.

lêrewe eybînim: ew qeqnese û wêney

’eşqêkî ebedî le asoy xołemêşînî

em wiłateda ekêşê.

lêrewe çawim lêye: «sîrwan» lewê

le berzayîye biřonzyekanî řoḧda

yekêk le kiçe sûtawekanî nîştiman, lew kîjaney

le małe zîndanîyekanî êmeda, demew êwareyek

xoy û tenyayîyekey sûtawin

sîrwan lewê eynasêt û be giřewe eyxiwazêt û

îtir eyka be dezgîran.

min lêrewe çawim lêye, sîrwan buwe

be sûre’estêrey bałdar

hemû şewê, lenaw beḧrî meřmeřewe

dête derê û heł’ekşê û beramber taqe pencerey zîndan

bo çend satê řa’ewestê û şepqekey serî da’egrê û

lew dîw pencerey kiłpewe

siław eka le «ocelanKes»!